DESTPÊKA CAMÎYA (MÝZGEFTA) HEWRÊ

Piþtî hilbijartina (seçima) 2004 an Zübeyir ÜÇGÜL bû Muxtarê Hewrê. Gundîyan digotin camîya me qîma me nake. Mamoste (Xoce) Evdilhemîd zî diçûn gund û dihatin. Têkiliya wî u muxtar zî hebûn. Rojek dîsa mamoste çûbûn Hewrê. Ji muxtar ra got  îþev piþtî limêja îþayê tu û heyeta xwe û çend heb zî rîsipiyê gund werin em li camîyê bicivin. Ew þev jibo avakirina camîyek no civînek çê bû. Gundîyan piranî li ser camîyek no û mezin lihev kirin. Li gora encama (sonica) civînê meyê camîyek sê qat çêkirana. Meyê camîya kevin xirakirana û di dewsa wê da camîya no avabikirana.  Muxtar civînek duduyan çêkir û bêjên gundîyan bewlû kir. Paþê liser xirakirina camîya kevin nerazîbûn derket meydanê. Xebata avakirina camîyê sekinî. Lê minaqeþe liser dewam kir.

Sal hat 2006 an. Li gund qanalîzasyon çêbû. Encûmenê me yê ku ji gundê navça Karazê(Kocaköy) berpirsiyar e û bi eslê xwe ji Hewrê ye Cahit ÞIK û bi muxtar ve ji mitehîtê qanalîzasyonê rica kirin û wî zî wan neþikand û xêra xwe 400 metrekare  fireyî  û du metre kûrayî wî, temelê camîyê veda. Temel berya meha Remezanê ya 2006 an hat vedan.

Piþtî temel muxtar jibona projeyê ket nav tevgerê. Bi alîkariya mamoste Evdilhemîd û Mele Ûsiv li Diyarbekir bi mîmar û mihendîsan proje hat çêkirin. Mitehît Ayhan TAYLAMAK proja camîya me bi mîmar Ýlhan û mihendîs Hesen da çêkirin. Di meha Sermawez (Meha payiza paþin-Qasim) ê da proje hazir bû û me dest topkirina bêjê kir. Evdilhemîd Xoce zî li Diyarbekir ket nava xebatê. Bi Hewrîyên ku li gund najîn, namînin ra ket nava têkiliyan. Di destpêkê da ji bêja gundiyan (19 000 YTL) û  ji mitehît Ayhan (760 YTL), 22 ton 390 kilo hesin(demir) hat sendin (kirîn). Hecî Selîm YILDIRIM 1000 YTL, Hecî Salih YILDIRIM 2000 YTL Û Hecî Mihemed TORA 2000 YTL dan û pê 800 torbe çîmento hat sendin. Piþtî van hazirîyan Qalibçî Remzî Westa û ekîba wî dest bi karê xwe kirin.

Ew roj û ev roj e çi Hewrîyên li Hewrê rûdinin çi ê li der rûdinin ketin nav xebatek xurt û bilez. Wek di wêneyên (resmên) camîyê da zî tê xwîyakirin, me di nav 5 mehên payîz, zivistan û biharê da înþeeta qebe qedand.

Westayê sêwaxê, tesîsatê u ceyranê ji gundin. Em nakevin etîra van karan. Ji îro û pêda ji mera boyax, nexþên qubeyê, lambîr, derî, pencere, xalîya yekane, awîze, fayans, florans lemba û minare lazime. Van lazimatîyan li benda xwedîxêran e.

Heta roja îro me ji Hewrîyên ku li gund rûdinin 70.000 YTL bêj top kiriye. Gelek kesan zî zêdeyê bêja xwe xêra xwe pere dane camîyê. Heta îro ji bo inþaata camii nêzê 200.000 YTL hatiye xerç kirin. Nîvê vî pereyê ji gund hatîye top kirin nivê din zî ji derve hatîye top kirin. Me 18 ton hesin u 67 ton çimento me kir temelê camiiyê. Heta ana 60 ton hesin u 170 ton çimento hatiye xerç kirin. Qubba camii ji ciyê limêje 13 metre u 45 cm bilinde. Her qamyonek Hewrê bi kêmanê sê car ji Diyarbekir xêra xwe barê camîyê hanîye. Hewrîyan ji heftan heta heftê salîyan ji dil û can kar kirine. Me wek numûne xebata wan girtiye filmê. Hewrîyên ku ji Hewrê 50-60 sal berê zî rabûne bi coþek mezin jibona camîya me kar dikin û xêra xwe tevlî xêra gundîyan dikin. Bi wesîta Hewrîyan gelek xwedîxêrên xerîb zî xêra xwe kirine camîya me. Heta îro ji Hewriyên ku li Diyarbekir û baþxe deran rûdinin evan kesan bi mal û canê xwe xêra xwe kirine camîyê.

HEWRÎYÊN NAVA GUND: Hemu gundîyan

HEWRÎYÊN DERVE (Li gor alfabe)

Ê KU NE JÝ EHLÊ GUNDÝN


e-mail:  serdaryld@yahoo.co.uk